Parêzgarê Silêmaniyê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir

14 August 2024 19:40 0 dîtin
Parêzgarê Silêmaniyê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir

PeyamaKurd - Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku rênima û piştevaniya pêwîst ji bo daxwazên parêzgeha Silêmaniyê daye.

Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir li ser rûpela xwe ya Facebookê got ku wî li Hewlêrê serdana Serokatiya Herêma Kurdistanê kiriye û ji aliyê Rêveberê Ofîsa Taybet a Serokwezîriyê Şaban Şaban Çalî û Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebah ve hatiye pêşwazî kirin.

Parêzgarê Silêmaniyê diyar kir, “Di civînê de, behsa biryar û raspardeyên Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî û Aborî hatin kirin.”

Dr. Heval Ebûbekir got: “Bi spasî ve, ferman, biryar, rênîşandan û piştevaniya pêwîst bo daxwazên parêzgeha Silêmaniyê hatine derxistin û ketine pratîkê ku hemû jî di xizmeta rêveberiya baş a hikûmeta xwecihî û zêdetir xizmetkirina welatiyan de ne.”