Serokwezîr Barzanî spasiya xelkê Silêmaniyê û tîmên rizgarkirinê kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya serdan û daxuyaniya Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, spasiya tîmên di rizgarkirina qurbaniyên bûyera Silêmaniyê de rol girtine kir.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li cihê teqîna gazê ya li Silêmaniyê ku şeva borî rû dabû, li ser navê Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya tîm, karmend û hêzên hawarçûnê kir.
Hat diyarkirin ku li gorî yasa û rênimayan spaskirina hikûmetê dê bandorê li ser mûçeyên çend mehan yên karmendên hikûmetê bike.
Rêber Ehmed gotiye: “Serokwezîr spasiyê li hemû hêzên ku beşdarî rizgarkirina kesên di bin malê de mane dike, we em serbilind kirin, tişta ku pêwîst be dê di Wezareta Navxwe de were dabînkirin, spas ji bo hemû xelkê Silêmanî spas ji bo tîmên tendirustiyê, şaredariyan, asayîşê, wezaretên ku hevkariya polîsan kirin, we karekî pir xweş kir, em bi we serbilind in.”
Di bûyera teqîna sîstema gazê ya maleke taxa Kazîwe ya Silêmaniyê de, hejmara kesên can dane gihîştiye 15 kesan û 12 kesên din jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin