Serokwezîr Barzanî ji bo projeyên ava Silêmaniyê 741 milyon dînar terxan kir

10 November 2022 21:42 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî ji bo projeyên ava Silêmaniyê 741 milyon dînar terxan kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryar da ku ji bo projeyên avê yên parêzgeha Silêmaniyê 741 milyon Dînar were terxankirin.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 10ê Mijdarê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser terxankirina 741 milyon Dînar ji bo projeyên avê yên li parêzgeha Silêmaniyê nîşan daye.

Hat diyarkirin: “Di çarçoveya karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dabînkirina xizmetguzariyan bo welatiyên Herêma Kurdistanê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rizamendî da li ser terxankirina vê budceyê, bi mebesta dabînkirina madeyên paqijkirina ava vexwarinê û projeyên av û bîrên ser bi Rêveberiya Ava Parêzgeha Silêmaniyê bo sala 2022yan.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha ji bo sê projeyên elektrîkê yên nav sînorên parêzgeha Silêmaniyê jî 290 milyon dînar budçe terxan kiriye ku li bajarokê Seîd Saq û gundekî navçeya Çemçemal parêzgeha Silêmaniyê 3 projeyên elektrîkê bi bûdçeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê werin çêkirin.