Serokwezîr Barzanî ji bo projeyên Enkawayê budçeyeke mezin terxan kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo bicihanîna projeyên navçeya Enkawa ya Hewlêrê ku piraniya niştecihên wê mesîhî ne, zêdetirî 5 milyar dînar terxan kir.
Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî, îro Pêncşemê 22ê Kanûnê eşkere kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî daye li ser xerckirina bi qasî 5 milyar û 500 milyon dînar bi awayekî neqdî li ser budçeya veberhênana Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê, bi mebesta bicihkirina projeya qîrkirina cadeyan û çêkirina peyarê û gihandina avê li kerta 128 a Enkawayê.
Sasan Ewnî got: “Ev budçe dê bibe sedema pêşvebirina zêdetir a projeyên xizmetguzariyê yên Enkawayê û ji aliyê xizmetguzariyê ve jî, bajarok pêngaveke din diçe pêş û aştiya xizmetguzariyan tê de bilind dibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin