Bi fermana Serokwezîr Barzanî budçeyeke taybet ji bo xwendekarên Kurdistanê hat terxankirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran biryar daye budçeyeke taybet were terxankirin. Hat diyarkirin ku ew budeçe ji bo alîkarîya xwendekarên kêmderamet hatiye terxankirin.
Serokê komîsyona perwerde û xwendina bilind li parlementoya Kurdistanê Ebdulselam Dolemerî li ser rûpela xwe facebookê eşkere kir; bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bûdçeyek taybet ji bo wezareta xwendina bilind ya Kurdistanê hat terxankirin.
Dolemerî got, ew bûdçeya han wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên cihê jiyana xwendekaran, dabînkirina xizmetguzariyan ji bo zankoyan û alîkarîya xwendekarên kêmderamet were xerckirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin