Serokwezîr Barzanî, fermana operasyonekê da!
PeyamaKurd- Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, operasyona desteserkirina çekên bê ruxset dest pê kir.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li navçeya Xebat a Hewlêrê ku di demên dawî de tundiya civakî di rojevê de ye, operasyona desteserkirina çekên bê ruxset dest pê kir.
Hat diyarkirin ku di operasyona ku tê diyarkirin dê çend roj berdewam bike de dê çekên bê ruxset û wesayîtên bi plaqeya sexte bên desteserkirin.
Li navçeya Xebat ku di demên dawî de bi şer û tundiya civakî derketiye pêş, welatiyan ji hikûmetê xwest ku çekên bê ruxset desteser bike.
Berpirsê Wezareta Navxwe Hêmin Mîranî, ji Ofîsa Ragihandinê ya girêdayî hikûmetê re ragihand ku 12 komîte ji bo çareserkirina pirsgirêka çekên bê ruxset hatine avakirin.
Mîranî diyar kir ku divê pevguhertina çekan di bin kontrola Wezareta Karên Hundir de bê kirin û saziyên pêwendîdar ên hikûmetê bên agahdarkirin û bang li welatiyan û alimên olî kir ku welatiyên xwedî pirsgirêk, li şûna ku pirsgirêkên xwe bi çekan çareser bikin, di çarçoveya qanûnê de serî li rêyên yasayî bidin.
Mîranî amaje bi wê yekê jî kir ku divê çek di destên dewletê de bin û got, hewilên welatiyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bi çekan, rê li ber encamên gelek xirab vekir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin