Bi fermana Serokwezîr Barzanî li Soran, Zaxo û Raperînê Rêveberiyên Gistî yên Çandiniyê tên vekirin

13 June 2022 17:10 0 dîtin
Bi fermana Serokwezîr Barzanî li Soran, Zaxo û Raperînê Rêveberiyên Gistî yên Çandiniyê tên vekirin

PeyamaKurd - Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Duşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li îdareyên serbixwe yên Soran, Zaxo û Raperîn, Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê tên vekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, di çarçoveya girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo sektora çandinî û çavkaniyên avê de, ji bo berjewendiya giştî ya welatiyan û hêsankarî û meşandina karûbarên welatiyan, li parêzgehan û li îdareyên serbixwe, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryareke girîng der kir.

Hat eşkere kirin ku ji bo zêdetir girîngîdana sektora çandiniyê, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê li îdareyên serbixwe yên Soran, Zaxo û Raperînê, ser bi Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê tên vekirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî îro Duşemê serdana Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê kir û li ser karûbarên wezaretê û projeyan bi wezîr Bêgerd Talebanî civiya.