Serokwezîr Barzanî wê li Soranê bingehê çend projeyan deyne

28 May 2024 09:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî wê li Soranê bingehê çend projeyan deyne

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê kevirê bingehîn ji 4 projeyên ku tê plankirin li Rêveberiya Serbixwe ya Soranê bên cîbicîkirin, deyne.

Tê çaverêkirin ku îro (28.05.2024) di saet 10:00ê de, Serokwezîr Barzanî li Rêveberiya Serbixwe ya Soranê kevirên bingehîn ên 4 projeyan deyne.

Bi destpêkirina kabîneya 9. a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, karwanê alîkariyê gihişt Rêveberiya Serbixwe ya Soranê. Li Soranê ku gelek projeyên stratejîk bi taybet rêyên otobanê gihîştine qonaxa dawî, ji destpêka îsal ve heta niha 33 proje bi buhayê 21 milyar û 500 milyon dînar hatine cîbicîkirin, herwiha tê pêşbînîkirin ku di demeke nêzîk de projeyên din jî bên pesendkirin.

Projeya rêya Hamlton ku wê deriyê sînorî yê Hacî Omeran û Rêveberiya Serbixwe ya Soran bi paytext Hewlêr û Duhokê ve girê bide û 80 milyar dînar ji bo wê hatiye terxankirin, wê bibe yek ji wan projeyên taybet li herêmê.

Serok Barzanî di 27.05.2024ê de bi beşdariya Cîgirê xwe Kubad Talebanî pira Raniye-Bêngird a di nav sînorên Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê de vekir.