Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Duhokê 2 bingehên parka datîne
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê kevirê bingehîn ê parka ku tê plankirin li Duhokê were çêkirin, deyne.
Tê çaverêkirin ku îro (03.06.2024) saet 10:00ê de Mesrûr Barzanî li Duhokê kevirên bingehîn ên parkên Aloka û Serheldan (Beroşkê) deyne.
Di heyama 4 salên borî de, zêdetir ji 959 proje li parêzgeha Duhokê hatine cîbicîkirin û xerciya wan zêdetirî 1 trîlyon û 81 milyar dînar e.
Ji 959 projeyan 485 proje ji bo welatiyan ketine xizmetê û 423 proje jî hîna berdewam in. Ji bo cîbicîkirina 51 projeyên din ên xizmetguzariyê li parêzgeha Duhokê erêkirin hat dayîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 28.05.2024 serdana Rêveberiya Serbixwe ya Soranê kir û ligel berpirsên îdarî civiya. Piştre jî dema ku kevirê bingehîn ê projeyên 40 metroyî yên Şehîdên Rêya Azadiyê, Parka Bajêr, Parka Neteweyî û Deriyê Soran (ji bo wesayîtan) danî, projeya "Aquaparka Mîro" vekir.
Mesrûr Barzanî di 27ê Gulanê de pira Raniye-Bêngird a di nav sînorên Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê de vekiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin