Serokwezîr Mesrûr Barzanî parêzgarê nû yê Duhokê Dr. Elî Teter pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de, pîrozbahî li Dr. Elî Teter parêzgarê nû yê Duhokê kir.
Serokê Hikûmetê hêvî xwast, parêzgar di erkê xwe yê nû de û xizmetkirina welatiyên parêzgeha Duhokê de serkeftî be û bi hevkariya tevahiya dam û dezgehên parêzgehê, xizmeteke zêdetir û hêjayî wê parêzgehê bikin.
Roja Duşemê 29. 6. 2020an, di rêûresmekê de Elî Teter wek parêzgarê nû yê Duhokê sûnda yasayî li pêş Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin