Mesrûr Barzanî sersaxî da Parêzgarê berê yê Duhokê

30 April 2022 16:34 0 dîtin
Mesrûr Barzanî sersaxî da Parêzgarê berê yê Duhokê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Şemiyê 30yê Nîsana 2022yan bi rêya telefonê ji ber koça dawî ya dayîka wî sersaxî da Parêzgarê berê yê Duhokê Temer Remezan.

Di pêwendiya telefonî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe gihand û hêviya xwe anî ziman ku Xwedayê mezin ruhê rehmetî bi bihuştê şad bike û aramî bide malbata wan.

Herwiha Temer Remezan jî ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîr, spasî û pêzanîna xwe û yê malbata xwe nîşan da.