Serok Barzanî sersaxî da Parêzgarê berê yê Duhokê

27 July 2023 19:36 0 dîtin
Serok Barzanî sersaxî da Parêzgarê berê yê Duhokê

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, ji ber wefata biraziyê wî bi rêya pêwendiyeke telefonî sersaxî da Parêzgehê berê yê Duhokê Temer Remezan.

Baregeha Barzanî da xuyakirin ku îro Pêncşemê Serok Barzanî pêwendiyeke telefonî bi parêzgarê berê yê Duhokê Temer Remezan re pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Êvara roja Pêncşemê 27ê Tîrmeha 2023yan, Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê sersaxî li Temer Remezan kir, ji ber koça dawî ya rehmetî Mîrevan Eyûb Remezanê biraziyê wî û hevxemiya xwe ragihand.”