Serokwezîr Barzanî sersaxî da malbata wezîrê berê Sêx Ednan Neqsebendî

20 September 2022 17:40 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî sersaxî da malbata wezîrê berê Sêx Ednan Neqsebendî

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser wefata Wezîrê berê yê Ewqaf û Karûbarên Olî Şêx Ednan Neqşebendî, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 20ê Îlonê bi peyamekê sersaxî li malbata endamê xula yekem a Parlamentoya Kurdistanê û Wezîrê berê yê Ewqaf û Karûbarên Olî Şêx Ednan Neqşebendî kir.

Mesrûr Barzanî got: “Mixabin min nûçeya koça dawî ya kesayetê navdar û endamê xula yekem a Parlamentoya Kurdistanê û Wezîrê berê yê Ewqaf û Karûbarên Olî Şêx Ednan Neqşebendî bihîst, ez sersaxiyê li malbat û dost û nasên cenabê wî dikim û hevbeşê xema wan im. Xwedayê dilovan, ruhê rehmetî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide her kesî.”