Serokwezîr Barzanî sersaxî da malbata yasanasê navdar ê Iraqê Tariq Herb
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Çarşemê 2yê Sibatê, li ser koça dawî ya pisporê yasanasiyê yê Iraqî Tariq Herb peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya ser koça dawî ya Tariq Herb de got, “Bi xemgîniyek mezin, min nûçeya koça dawî ya kesayetî û yasnasê naskirî yê Iraqî Tariq Herb bihîst. Ew zanayekî yasayan û parêzvanekî mafên mirov bû.”
Serokwezîr Barzanî got, “Ez sersaxiyê didim malbata wî ya birêz, dost û hevalên wî û xwe şirîkê xema wan dibînim. Xwedayê mezin ruhê wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bide hemiyan.”
Pisporê yasanasiyê û destûra Iraqê yê naskirî Tariq Herb, îro Çarşemê li Bexdayê koça dawî kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin