Serokwezîr Barzanî sersaxî da Elî Ewnî û malbata wî
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 8ê Gulanê li ser wefata bavê wî, sersaxî da malbata endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Liqê Yekem ê Partiya Demokra Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, piştî bihîstina koça dawî ya Ewnî Nîmet Mihyedîn, bi rêya telefonê sersaxî û hevxemiya xwe bo Elî Ewnî û malbata wî ragihand.
Mesrûr Barzanî, hêvî xwest ku Xwedayê mezin giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê jî bide malbata wî.
Elî Ewnî jî spasî û pêzanîna xwe û malbata xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin