Serokwezîr Barzanî sersaxî li malbata qurbaniyên qezayê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Çarşemê bi malbata qurbaniyên qezaya Derbendîxanê re ku 5 kesan can dabû re pêwendiyeke telefonî pêk anî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiya telefonî de sersaxî li Seyîd Heme Nasir kir ku duh di bûyereke xemgîn a trafîkê de li Derbendîxanê, 5 endamên malbata xwe ji dest dabû.
Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe gihande malbatê û hêvî xwest ku Xwedayê mezin giyanê wan bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbatê.
Seyîd Heme Nasir jî li ser navê malbata xwe, ji bo nîşandana hevxemiyê spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin