Serokwezîr Barzanî sersaxî da serokomarê berê yê Iraqê

11 August 2023 17:26 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî sersaxî da serokomarê berê yê Iraqê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro  peyameke 11ê Tebaxê ji ber wefata hevjîna wî sersaxî li Serokomarê berê yê Iraqê Fuad Masûm kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi xemgîniyê ve, min agahiya koça dawî ya hevjîna cenabê we, rehmetî Rûnak Ebdulwahîd bihîst.”

Serokwezîr Barzanî got: “Ez sersaxiyê li malbata cenabê we dikim û ez xwe hevbeşê xema we dizanim. Xwedayê dilovan, giyanê wê bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide we.”