Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji gelê Îranê re sersaxî xwest

20 May 2024 11:20 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji gelê Îranê re sersaxî xwest

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî peyameke sersaxiyê weşand.

Serowezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ji ber mirina Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan û kesên din ên di qezaya helîkopterê de li gel wan bû, ji gel û hikûmeta Îranê re sersaxî xwest.

Serowezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got:

“Em ji Xwedayê mezin hêvî dikin rehmê li wan bike û sebrê bide malbat û xizmên wan û xelkê Îranê.

Em didin zanîn ku di vê dema dijwar de em hevxem û hevpiştên xelkê Komara Îslamî ya Îranê ne.”