Mesrûr Barzanî ji ber karesata lehiyê sersaxî da gelê Îranê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser karesata lehiyê ku li Îranê bûye sedema mirina zêdetirî 20 kesan, peyameke hevxemî û sersaxiyê bo Serokêkomarê Îranê şand.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyama sersaxiyê ya ji Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re şandiye de, sersaxî da gelê Îranê.
Mesrûr Barzanî, ji ber vê bûyera diltezîn hevxemiya xwe anî ziman û hêvî xwest ku Xwedê ruhê kesên can dane li bihuştê aram bike û sebrê bide malbatên wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin