Mesrûr Barzanî sersaxî da malbatên Pêsmergeyên li Xurmatûyê sehîd bûn

17 November 2024 14:14 0 dîtin
Mesrûr Barzanî sersaxî da malbatên Pêsmergeyên li Xurmatûyê sehîd bûn

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sersaxî da malbatên Pêşmergeyên ku îro li Xurmatûyê di encama teqînekê de şehîd bûne.

Serokwezîr Barzanî di peyama sersaxiyê de got, “Pirse û sersaxiya xwe ya kûr arasteyî malbata Fermandarê Fewcê yê Lîwaya Yekemîn a Hevbeş Eqîd Saman Sabir Silêman, Endazyarê Firqeya 9 a Zirxî ya Artêşa Iraqê Eqîd Mihemed Riza Kerîm û C.E Mihemed Emîn dikim ku mixabin îro li Xurmatû şehîd bûn.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Xwedayê mezin giyanê wan bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbat û hevrêyên wan. Hêviya başbûnê jî ji birîndaran re dixwazim.”

Herwiha Mesrûr Barzanî got: “Em tekezî li ser girîngiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, ji bo rûbirûbûna gef û pirsgirêkên ewlehiyê û çespandina ewlehî û aramiyê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dikin.”

Wezareta Pêşmerge ragihandibû ku îro li demjimêr 09.00 li Xurmatûyê bombeyeke vedayî bi karwanê fermandariya Fewca 3 ya Lîwaya 1 a hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê de teqiya û di teqînê de Fermandarê Fewcê yê Lîwaya Yekemîn a Hevbeş Eqîd Saman Sabir Silêman, Endazyarê Firqeya 9 a Zirxî ya Artêşa Iraqê Eqîd Mihemed Riza Kerîm û C.E Mihemed Emîn şehîd bûn û 3 leşker jî birîndar bûn.