Nêçîrvan Barzanî li ser êrîsa DAISê peyamek belav kir û sersaxî da malbatên Pêsmergeyên sehîd bûne
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrîşa şeva borî ya mîhwera Kerkûkê ku 2 Pêşmergeyên Kurdistanê şehîd bûn ragihand, duberbûna berdewam û firehbûna êrîşên terorîstî, wê rastiyê diçespînin ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîne ye û li ser aramî û ewlahiya welat gef e.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got: “Pirse û sersaxiyê li malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdên canfîda Xalid Hemîd Heyas û Ako Kerîm Qadir ên Lîwaya 10 a Peyade ya ser bi Wezareta Pêşmerge ve dikim ku şeva borî piştî rûbirûbûneke qehremanane di dema êrîşa DAIŞê de şehîd bûn û giyanên xwe yên pak bi xakê bexşandin.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Ji dil ve hevsoz û hevxemê malbat û kesûkarên wan, tevahiya heval û hevsengerên wan û Pêşmergeyên qehreman im. Ji nêzîk ve hest bi êş û azarên wan dikim. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim giyanê şehîdan bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û sebr û aramiyê dibe hemûyan.”
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Duberbûna berdewam û firehbûna êrîşên terorîstî, wê rastiyê diçespînin ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîne ye û li ser aramî û ewlahiya welat gef e, ji ber wê divê bi vîn û destekî polayî, bi hevkarî û hevahengiya Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên ewlehiyê û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî rûbirûyî wan bibin, heta bi yekcarî tê jinavbirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin