Mesrûr Barzanî li ser êrîsa seva din a terorîstên DAISê peyamek belav kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derbarê êrîşa şeva din a terorîstên DAIŞê de peyamek belav kir û diyar kir; çendîn car me aniye ziman, DAIŞ bi xwerêxistinkirinê ve mijûl e û hê jî gef û metirsiyeke rastîn e li çendîn deverên Iraqê, bi taybetî jî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, ku sûdê ji wê valahiya ewlehiyê werdigre ku di wan sînoran de heye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, tekezî li girîngiya cîbicîkirina hemahengiya ewlehiyê di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de dike.
Şeva din, hejmarek çekdarên DAIŞê li sînorê bilindahiyên Dubizê, valahiya ewlehiyê ya navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge weke derfet bi kar anî û ji du aliyan ve êrîşî ser sengerên Pêşmerge kir û di encama êrîşê de, 3 Pêşmerge şehîd bûn û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi xemgîniyeke mezin ve, şeva din, di encama êrîşa terorîstên DAIŞê bo ser hêzên Pêşmerge de li sînorê Pirdê, çend Pêşmerge şehîd û qurbanî bûn. Ez sersaxî didim malbat û kesûkarên şehîdan û ez xwe hevparê xema we dibînim. Ez hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazim.
Weke çendîn car me aniye ziman, DAIŞ bi xwerêxistinkirinê ve mijûl e û hê jî gef û metirsiyeke rastîn e li çendîn deverên Iraqê, bi taybetî jî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, ku sûdê ji wê valahiya ewlehiyê werdigre ku di wan sînoran de heye. Loma em tekezî li girîngiya cîbicîkirina hemahengiya ewlehiyê di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de dikin. Herwiha berdewambûna rahênan û hevkarîkirina hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî û mayîna wan li Iraqê ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê, bi girîngî û pêwîst dibînin ji bo têkbirina yekcarî ya DAIŞê û nemana gef û metirsiyan li ser asayîşa Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
1/5/2021

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin