Mesrûr Barzanî êrîsa li New Orleansê sermezar kir

02 January 2025 14:34 0 dîtin
Mesrûr Barzanî êrîsa li New Orleansê sermezar kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de ya li ser Xê got, “Ez êrîşa terorîstî ya li New Orleansê şermezar dikim.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê li gel gelê Amerîkayê ye û xwe weha derbirrî:

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe pêşkêşî kesûkarên qurbaniyan, malbatên wan û gelê Amerîkayê dike di vê qonaxa dijwar de. Gelê me di şer û şerê li dijî terorê de qurbaniyên mezin dane. Teror heta niha jî metirsî ye bo herêmê û gelê dinyayê.”

Polîsên New Orleansê destnîşan kir ku li Kolana Bourbonê yekî xwe bi kemyonekê xwe li nav wê girseyê qelibandiye ku sersal pîroz dikir û heta niha amara qurbaniyan ji 10an bûye 15 kesan û 35 kes jî birîndar bûne.