Mesrûr Barzanî derbarê êrîsa li Magdebûrga Almanyayê de daxuyaniyek belav kir

21 December 2024 12:06 0 dîtin
Mesrûr Barzanî derbarê êrîsa li Magdebûrga Almanyayê de daxuyaniyek belav kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa duhî de ku li sûka Noelê ya bajarê Magdebûrgê yê Almanyayê pêk hatibû û di encamê de tevî zarokekî, 11 kesan canê xwe ji dest dabû, daxuyaniyek belav kir. 

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand: “Êrîşa hovane ya li ser sûka Noelê ya li Magdebûrgê ez metel kirim.

Ez hevxemiya xwe pêşkêşî gel û hikûmeta Almanyayê dikim û di vê dema dijwar de hişê min li gel qurbaniyan û malbatên wan e.”