Nêçîrvan Barzanî, êrîsa li Magdebûrga Almanyayê sermezar kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li ser êrîşa ku duhî li sûka Noelê ya bajarê Magdebûrgê yê Almanyayê daxuyaniyek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek derbarê êrîşa duhî de ku li sûka Noelê ya bajarê Magdebûrgê yê Almanyayê pêk hatibû û di encamê de tevî zarokekî, 11 kesan canê xwe ji dest dabû û 70 kes jî birîndar bûbûn.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Ez êrîşa hovane ya şeva borî ya li ser bazarek Noelê ya li Magdeburg, Almanya, bi tundî şermezar dikim. Li Herêma Kurdistanê di van rojên dijwar de em ligel gelê Almanyayê ne. Dil û ramanên me bi malbatên qurbaniyan re ne, ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin