Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Xalid Xosnaw
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, tevlî şîna kurê sermayedarê mezin ê bajarê Hewlêrê Xalid Xoşnaw bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro 7ê Sibatêli bajarê Hewlêrê tevlî behiya Welîd ê kurê kesatiya navdar ê Kurdistanê û sermayedarê mezin ê bajarê Hewlêrê Xalid Xoşnaw bû.
Mesrûr Barzanî serexweşî li binemal û kesûkarên Xwedêjêrazî kir, herwiha hevxemiya xwe ji wan re diyar kir û hêvî xwest ku Xxwedayê mezin canê Xwedêjêrazî bi bihuştê şa bike.
Xalid Xoşnaw jî bi navê binemala xwe rêz û spasiyên xwe ji bo tevlîbûn û hevxemiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin