Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata nivîskarê Kurd Ehmed Mihemed Îsmaîl

26 April 2023 19:44 0 dîtin
Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata nivîskarê Kurd Ehmed Mihemed Îsmaîl

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser wefata nivîskar û wergêr Ehmed Mihemed Îsmaîl peyameke serxweşiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Bi xemgîniyeke mezin ve, min agahiya koça dawî ya çîroknivîs û wergêr û nivîskarê navdar ê Kurd Mamoste Ehmed Mihemed Îsmaîl bihîst.”

Mesrûr Barzanî da zanîn: “Mamoste Ehmed bi rêya berhemên xwe ve, xizmeteke mezin li ziman û wêje û pirtûkxaneya Kurdî kiriye.”

Serokwezîr Barzanî got: “Ez sersaxiyê li malbata cenabê wî û kesûkar û heval û dostên wî dikim û ez hevxemê wan im. Xwedayê dilovan giyanê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilnewayî bide her kesî.”

Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Hewlêrê, îro 26ê Nîsanê ragihand ku nivîskar û çîroknivîsê navdarê kurd Ehmed Mihemed Îsmaîl koça dawî kiriye û peyameke sersaxiyê belav kir.