Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata nivîskarê koçkirî Ebûbekir Caf re xwest
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê sersaxî ji malbata nivîskarê koçkirî Ebûbekir Caf re xwest.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Bi mixabiniyeke mezin, min nûçeya koça dawiyê ya nivîskar û ronakbîrê naskirî yê Kurdistanê Ebûbekir Hesen Caf bihîst ku her dem bi nivîs û helwestên xwe, bergirî li Kurdistan û pirsên niştimanî dikir.”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de pirse û sersaxî li malbata Ebûbekir Hesen Caf kir û ji hevxemiya xwe ligel wan nîşan da û daxwaz ji Xwedêyê mezin kir, giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide her kesî.
Hêjayî gotinê ye, şeva borî 10ê Tebaxa 2022an, nivîskar û rewşenbîrê Kurd Ebûbekir Caf li bajarê Silêmaniyê di 47 saliya xwe de koça dawiyê kiribû.
Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Ebûbekir Caf sala 1975an li devera Germiyanê ji dayik bûye, derçûyê beşa Zanistên Civakî ya Zanîngeha Silêmaniyê ye û bi dehan gotar û pirtûk di wî warî de nivîsandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin