Mesrûr Barzanî ji malbata Zeya Malik Îsmaîl Yaqo re sersaxî xwest
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya Zeya Malik Îsmaîl Yaqo ku yek ji kesayetên naskirî yên siryan e, sersaxî ji malbata wî re xwest.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got: “Ji ber wefata Zeya Malik Îsmaîl Yaqo ku kesayetiyekî naskirî yê siryanan bû, sersaxiyê ji malbat, xizm, dost û nasên wî re dixwazim. Xwedê ruhê wî şad bike û sebrê bide malbata wî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin