Nûrî El-Malikî: Mesrûr Barzanî ji bo çeraseriya pirsgirêkan siyasetekî stratejîk dimesîne

30 May 2024 23:42 0 dîtin
Nûrî El-Malikî: Mesrûr Barzanî ji bo çeraseriya pirsgirêkan siyasetekî stratejîk dimesîne

PeyamaKurd – Serokê Koalîsyona Dewleta Qanûnê Nûri el-Maliki, piştî bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir ji bo çapemeniyê ragihand:

“Mesrûr Barzanî ji bo çeraseriya pirsgirêkan siyasetekî stratejîk dimeşîne. Temamê terefan ji bo çareseriyên pirsgirêkên navbera Erbîl û Bexdayê ji dil in. Me li ser mijaran bi Barzanî re hevdîtin kir. Ji bo çareseriya mehaneyan vîzyonekî heye û pêwiste xelkê Herêma Kurdistanê li gor destûrê heq û erka darayî bistînin.

Mesrûr Barzanî ji bo çareseriya pirsgirêkan ne taktîk lê siyasetekî stratejîk dimeşîne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera Kurdistanê û Iraqê li Bexdayê xebatên xwe yên dîplomatîk dimeşîne.