Mesrûr Barzanî peyamek ji Nûrî Malikî re sand
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Çileyê 2022yan ji ber dubare hilbijartina wî weke Sekreterê Giştî yê Partiya Dewa ya Îslamî peyameke pîrozbahî ji Nûrî Malikî re şand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya serkeftina 18emîn Kongreya Partiya Dewa ya Îslamî û hilbijartina we weke Sekreterê Giştî yê Partiya Dewa, mezintirîn pîrozbahî li we dikim û hêviya pêşketin û serkeftina zêdetir ji bo we dixwazim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin