Nûrî Malikî peyamek pêskesî Serok Barzanî kir

15 February 2021 21:27 0 dîtin
Nûrî Malikî peyamek pêskesî Serok Barzanî kir

PeyamaKurd - Serokwezîr berê yê Iraqê û Serokê Partiya Dava Nurî Malikî, li ser koça dawî ya Dr. Roj Nurî Şaweys peyameke serxweşiyê pêşkeşî Serok Mesûd Barzanî kir.

Nurî Malikî di peyama xwe de bi xîtaba 'Birayê min ê birêz, Mesûd Barzanî Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê' dibêje; "Bi dilekî pir li bawerî bi qeza û qederî Xweda, xebera koça dawî ya birayê me rehma Xwedê lê be, Roj Nûrî Şaweys gihişt me, serxweşiya xwe arasteyî we û temamî xuşk û birayên me li Partiya Demokrata Kurdistanê û hemû nas û kesan dikim."

Malikî herwiha got, "Bi wê boneya xemnak serxweşiyê li we û malbata koçkiri dikin û ji Xwedayê mezin dixwazin, giyanê Xwedê jêrazî bixe ber rehmeta xwe ya berfireh û bi behişte şad bike û sebir û aramiyê bide hemê kesî."