Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî li ser ISIDê hisyariyê da!

12 December 2024 23:58 0 dîtin
Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî li ser ISIDê hisyariyê da!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê yê berê û hem serokê koalisyona Dewleta Qanûn Nûrî Malikî hişyariyê da ku wê IŞİS ji nûh de veje û bikeve nav tevgerê.

Malikî, di 12.12.2024an de roja Pêncşemê peyama xwe da û got:

“Tevgerên bermayiyên IŞİDê yên li herêma çolê û hucreyên Partiya Baasiyan yên ku di xewde ne, xizmeta krîza Sûriyê dikin û armanca wan ew e ku xelkê Iraqê daxînin kolanan. Rewşa Sûriyê ciyê xemgîniyê bû û kes bende nebû ku roxandinekî teslîmiyetkariyê weha bibûya.

Iraq, welatekî li ser destûrê hatiye avakirin û em hewl didin ku rêwitiya me li ser destûrê û proseduran bimeşe. Dezgeyên medyayê li ser bingeha têkoşîna bi dijmin re dimeşe û wê medya têkoşîna netewî berpirsiyariyekî mezin bigre ser xwe.”