Serokwezîrê Iraqê: Cîgirê Rêberê DAISê û Berpirsê Darayî yê DAISê hatin desteserkirin

11 October 2021 13:31 0 dîtin
Serokwezîrê Iraqê: Cîgirê Rêberê DAISê û Berpirsê Darayî yê DAISê hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî peyamek belav kir û diyar kir, Cîgirê Rêberê DAIŞê û Berpirsê Darayî yê DAIŞê, li derveyî Iraqê hatin desteserkirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser Twittera da zanîn: “Di dema ku çavên lehengên me yên hêzên ewlehiyê ji bo parastina hilbijartinan hişyar bûn, milê wan ê rastîn di îstîxbaratê de yek ji dijwartirîn operasyonên îstîxbaratê li derveyî sînor dikir.”

Kazimî destnîşan kir, îstixbarata Iraqê Cîgirê Rêberê DAIŞê Ebûbekir Bexdayî û Berpirsê Darayî yê DAIŞê Samî Casim desteser kir.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, cihê operasyona ku li derveyî sînor pêk hatiye eşkere nekir.