Fermandarê Iraqî: ‘Rêberê nû yê DAISê li Iraqê ye’
PeyamaKurd - Kanaleke Erebî ya bi navê Hedes, ragihand ku Emîrê nû yê rêxistina terorîst DAIŞê li Iraqê ye û karê rêxistinê dike û zêdetirî hezar çekdar jî çalakiyên xwe didomînin.
Kanala Hedes ya Erebî di hevpeyvîneke ligel fermandarê dezgeha rûbirûbûna terorê re pêk aniye û bi zarê wî femandarî ragihendiye, “Emîrê nû yê DAIŞê li Iraqê ye û karê rêxistinî ji bo rêxistina xwe dike.”
Wî fermandarî gotiye, zêdetirî hezar çekdarên DAIŞê li deverên cuda yên Iraqê hene û çalakiyan dikin û ew çekdar jî xwedî rêgeznameyên biyanî ne.
Kanala Hedes şêwaza nû ya karên DAIŞê jî eşkere kir û diyar kir, hejmarek tunel di navbera Iraq û Sûriyê de hene û ji aliyê DAIŞê ve têne bikaranîn, ev jî weke metirsiyekê li ser Iraqê tê dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin