Di êrîsa DAISê de 2 fermandarên pile bilind ên Iraqî hatin kustin

29 July 2020 10:30 0 dîtin
Di êrîsa DAISê de 2 fermandarên pile bilind ên Iraqî hatin kustin

PeyamaKurd – Di êrîşa rêxistana terorî DAIŞê ya li rojavayê Iraqê, 2 fermandarên pile bilind hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevbeş a bi Serokatiya Berevaniya Iraqê ve girêdayî, di êrîşa Enbarê de, Fermandarê Lîwaya 29. Mîrlîwa Ahmed el-Lamî û serpelekî can dane.

Herwiha hat diyarkirin, 2 leşker jî birîndar bûne.

Hêzên Iraqî carna li herêma rojavayê Enbarê, rastî êrîşên DAIŞê tên