Rojava | Kustina berpirsekî pilebilind ê DAISê hate ragihandin

17 August 2023 18:18 0 dîtin
Rojava | Kustina berpirsekî pilebilind ê DAISê hate ragihandin

PeyamaKurd - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, li Reqayê berpirsekî pilebilnd ê DAIŞê hate kuştin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand, yekîneyên dijî terorê yên girêdayî HSDê, bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke ewlehiyê ya taybet li navenda Reqayê pêk anîne û serkirdeyekî mezin ê DAIŞê kuştine û dest danîne ser çek û alavên leşkerî yên di mala ku tê de bû.

HSDê eşkere kir ku navê wî berpirsê DAIŞê Îbrahîm El Elî ye û bi navê Ebû Mucahid tê nasîn û ew berpirsê giştî yê DAIŞê yê li herêma rojhilat bûye.

Hate diyarkirin, operasyon piştî lêkolînên bi hûrgilî û şopandina tevgerên serkirdeyê terorîst pêk hatiye, ku hêzên wan bi piştgiriya asmanî yên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, avêtine ser mala serkirdeyê DAIŞê Îbrahîm El Elî û hêzên HSDê û rastî teqeyan hatine û di encama bersivdana teqeyan de serkirdeyê terorîst hatiye kuştin.