Li Sûriyê du hewldanên kustina Sera ya ji aliyê DAISê ve hatin têkbirin
PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Sûriyê ragihandin ku du planên cuda yên kuştina Serok Ehmed Şera yên ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatine pûçkirin. Ev pêşketin di demekê de tê ku Şera ji bo hevdîtineke dîrokî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li Washingtonê ye, û gefên ewlehiyê yên li ser rêveberiya nû ya Sûriyê careke din tîne rojevê.
Li gorî agahiyên ku karbidestekî payebilind ê ewlehiyê yê Sûriyê û çavkaniyek din a herêmî dane ajansa Reutersê, her du hewldanên sûîqestê di mehên dawî de hatine têkbirin. Yek ji van planan li dijî beşdarbûna Şera di çalakiyeke fermî de bû ku bernameya wî ji berê ve hatibû ragihandin. Karbidestan ji ber sedemên ewlehiyê hûrgiliyên zêdetir eşkere nekirin. Wezareta Ragihandinê ya Sûriyê heta niha derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye.
Ev gefên li ser jiyana Şera, ku piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed di dawiya sala 2024an de bûye serokê defakto yê welêt, beriya hevdîtina wî ya girîng a roja Duşemê bi Serok Donald Trump re li Qesra Spî pêk tên. Tê payîn ku di vê serdanê de, Şera bi fermî beşdarbûna Sûriyê di hevalbendiya navneteweyî ya li dijî DAIŞê de bi serokatiya Amerîkayê ragihîne.
Ehmed Şerayê ku demekê wek Ebû Mihemed Colanî dihat naskirin û serokatiya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) dikir, ji mêj ve şerê li dijî DAIŞê weke karê xwe yê sereke yê ewlehiyê destnîşan kiriye. Hefteya borî, Wezareta Karên Hundir a Sûriyê operasyoneke berfireh li seranserê welêt li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê ragihand, ku di encamê de zêdetirî 70 gumanbar hatin girtin. Çavkaniyên ewlehiyê tekez dikin ku armanca van operasyonan ne tenê têkbirina hewldanên rêxistinê ye, lê herwiha nîşandana kapasîteya îstîxbaratî ya Şamê ye.
Berî ku bibe serok, Şera serokê HTŞyê bû ku berê bi El-Qaîdeyê ve girêdayî bû. Lêbelê, wî di sala 2016an de têkiliyên xwe bi El-Qaîdeyê re qut kir û ji wê demê ve di nav şerên dijwar de li dijî DAIŞê cih girtiye.
Di mehên dawî de, hikûmeta nû ya Sûriyê hevkariya îstîxbaratî û hemahengiya xwe ya bi Dewletên Yekbûyî re li dijî DAIŞê zêde kiriye. Tê payîn ku beşdarbûna fermî di hevalbendiyê de vê hevkariyê xurtir bike û nîqaşên li Kongreya Amerîkayê ji bo rakirina dorpêçên li ser Sûriyê bileztir bike.
Hefteya borî, Reutersê ragihandibû ku artêşa Amerîkayê plan dike ku li nêzîkî Şamê baregeheke hewayî ava bike, lê medyaya dewleta Sûriyê ev rapor wekî "bê bingeh" binav kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin