Ji Sedir peyameke tund bo kustina elewiyên Sûriyê: Bê helwest nabim!
PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedir a Şîeyên Iraqê, Muqteda Sedir hişyariyeke tund ji bo bûyer û dîmên kuştina Elewiyên berava Sûriyê da û rêveberiya nû ya Sûriyê hişyar kir.
Muqteda Sedir got, ew li hember wê xwînrijandina li Sûriyê bê helwêst nabe û diyar kir, “Divê hikûmeta nû ji tundiya hizra mezhebî xwe dûr bigre, ji bo ku behsa DAIŞîbûna wan û terorê neyê kirin.”
Sedir got: “Berê min destwerdan li pirsa şoreşa Sûriyê ya dijî dîktatoriyê nekir, lê nikarim bêdeng bim û li hember wê bê helwest bim li hember wê xwînrijandina li şeqamên Sûriyê em dibînin.”
Sedir teqez kir: “Pêwîste li Sûriyê hemû alî di daxuyaniyên xwe de hişyar bin, ji bo ku rewş ji vê xerabtir nebe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin