Sedir li dijî Çarçoveya Hevahengiyê peyameke tund belav kir: Bi ti awayî rêkeftinê bi we re nakim!

30 March 2022 17:07 0 dîtin
Sedir li dijî Çarçoveya Hevahengiyê peyameke tund belav kir: Bi ti awayî rêkeftinê bi we re nakim!

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, bi peyameke li ser medya civakî bersiveke tund da Çarçoveya Hevahengiyê ya şîe û got, “Bi ti awayî ez rêkeftinê li gel we nakim”.

Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê twitterê peyemek belav kir û got: “Ez tewafiqê bi we (Çarçoveya Hevaheniyê) re nakim, tewafiq anku bidawiya welat.”

Sedir diyar kir: “Ew ê jê re tê gotin xitimandina siyasî, ji tewafiqa li ser dabeşkirina “cake” bi we re baştir e.”

Muqteda Sedir destnîşan kir: “Ti xêrek di hikûmeteke lihevhatî ya bi pişk de nîne. Çawa hûn ê tewafiqê bikin û hûn destdirêjiyê li ser tevahiya pêkhateyan dikin.”

Muqteda Sedir di beşeke din de ji bo gelê Iraqê jî got: “Ey gelê Iraqê, ez we ji bo karesatên berê venagerînin, ev jî sozek e derew tê de nîne, welat êdî nakeve bin hejmûna dagîrkerî, tewafiq û dabeşkirinê û gel jî ti carî xwe ji wan re naçemîne.”

Hêjayî gotinê ye, Muqteda Sedir ev peyam piştî ku îro Encûmena Nûneran a Iraqê (Parlamento) careke din ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê wê biciviya, lê ji be kur parlemanterên Çarçoveya Hevahengiyê û hin perlamenterên nêzîkî wê beşdar nebûn û rêjeya yasayî a parlamenteran kom nebû.

23yê Adarê bi beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û kutleyên Sedir û Siyade, “Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman” hatibû ragihandin.

Li aliyê din Çarçoveya Hevahengiyê jî ji Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî, Hêzên Dewleta Niştimanî bi serokatiya Ammar El-Hekîm û Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malikî pêk tê.