Sedir peyameke tund li dijî êrîsa Tirkiyê belav kir: Divê bilez doz li NY bê vekirin, hemû derîyên sînor bên girtin

20 July 2022 20:11 0 dîtin
Sedir peyameke tund li dijî êrîsa Tirkiyê belav kir: Divê bilez doz li NY bê vekirin, hemû derîyên sînor bên girtin

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, piştî topbarana artêşa Tirkiyê ya ser havîngeha Perex a Zaxoyê ku 9 kes hatin kuştin û 26 geştiyar jî birîndar bûn, peyameke şermezarkirina Tirkiyê û rêkarên bersivandana êrîşên Tirkîyê belav kir.

Sedir got, Tirkiye bêşermî gihîştiye astekê ku dibêje qey Iraq nikare bersiva wê bide û diyar kir, ew weke pêngava yekem pêşniyar dike ku bi rêya van xalan an jî hinek ji wan bersiva Tirkiyê were dayîn:

Yekem: Asta nûnertiya dîplomasiya Tirkiyê were kêmkirin.

Duyem: Hemû deriyên sînorî û balafirgeh li ber Tirkiyê werin girtin.

Sêyem: Doz li Neteweyên Yekbûyî li dijî Tirkiyê were vekirin û bilez were kirin.

Çarem: Rêkeftina ewlehiyê ya ligel Tirkiyê were betalkirin.

Herwiha Sedir destnîşan kir ku bombebarankirina parêzgehên bakur û Herêmê li nav û ji derve, êdî nayê tehemulkirin.

Îro 20ê Tîrmehê li demjimêr 13:50yan di encama topbarana Tirkiyê ya devara geştiyariyê ya Zaxo de, 9 geştiyar hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku geştiyarên ku can dane, hemû ciwan û zarok in.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî jî eşkere kir, di encama topbarana Zaxoyê de 9 welatiyan can daye ku yek ji wan zarokekî yek salî ye û yên din jî çar keç û çar kur in.