Sedir li dijî Berhem Salih peyameke tund belav kir: Gelek serm e, çima îmze nake!
PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, di peyamekê de rexneyên tund li serokomarê Iraqê Berhem Salih girtin.
Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand: “Gelek şerme bi navê Serokomarê Iraqê (Berhem Salih) yasaya qedexekirina asayîkirina pêwendiyên li gel Îsraîlê îmze nake.”
Sedir di dewamê de got: “Pir eybe ji bo gel ku serokê wan li gel asayîkirina pêwendiyan de be û neniştimanî be û dûvikê rojava yan jî rojhilat be.”
Herwiha Sedir diyar kir: “Ez bixwe xwe ji tawanê li hember xwedê dûr dikim û li hember gelê Iraqê jî daxwaza lêborînê dikim ku ji ber dema borî û paşerojê de jî berbijêrkirina wî bo peywira serokomar.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin