Serok Barzanî pêswaziya Berhem Salih kir

15 December 2024 20:32 0 dîtin
Serok Barzanî pêswaziya Berhem Salih kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, siyasetmedarê Kurd û serokomarê berê yê Iraqê Dr. Berhem Salih qebûl kir.

Di daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî de, îro Yekşemê 15.12.2024 li Selahedîn Serok Barzanî pêşwaziya siyasetmedarê Kurd û Serokomarê berê yê Iraqê Berhem Salih qebûl kiriye.

Her du alî li ser mijarên niha yên Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û li ser pêşhatên dawî yên siyasî yên Iraq û navçeyê nêrînên xwe danustandin.