Neçirvan Barzanî bi serokomar Berhem Salih re civiya

11 April 2021 00:32 0 dîtin
Neçirvan Barzanî bi serokomar Berhem Salih re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re civiya. Di civînê de behsa qebûlkirina budçeya sala 2021 ê kirin û xwestin ku ev bûyer bibe sedema destpêka diyaloga çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Berya hevdîtina bi Berhem Salih re Nêçîrvan barzanî bi serokwezîr Mustafa Kazimî re hevdîtin kiribû. Li gor ragihandina baregeha serokwezîr; di hevdîtine de, li ser rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartinên pêşwext yên ku di meha cotmehê de bên kirin, axifîne. Behsa amadekirina bingeheka adilane bo hilbijartinan kirine.

Di hevdîtinê de behsa sabîtkirina para Kurdistanê di budçeyê de û li ser babetên dayîna mehaneyên xebatkar û memûran, li ser pêdiviya tetbîqkirina budçeyê hemfikir mane.

Barzanî her weha di seredana xwe de bi serokê konseya dadê ya bilind re, bi dadger Faîq Zîdan re hevdîtin kir. Barzanî bi sedema hewla guhertina qanûna Dadgeha Federal bo xebatên Zîdanî û konseyê wan pîroz kir. Her dû teref bûn hemfikir bo qezenckirina pêkhateyên Iraqê, divê sîstemeka saxlem ya darizandinê hebe.

Behsa girîngiya koordînasyona di navbera dezgeyên darizandinê yên Herêma Kurdistanê û yên dewleta federal hat kirin û ev mijareka din ya her dû terefan bû.