'YNKê ji bo ku Berhem Salih derbasî Silêmaniyê nebe ew kir berbijêrê serokomariyê!'
PeyamaKurd – Li ser dubare berbijêrkirina bo hilbijartinên serokomariya Iraqê ya Berhem Salih nîqaş berdewam dikin. Her çiqas şansê Berhem Salih bo hilbijartina serokomariyê gelekî kêm e jî YNK wekî berbijêrê xwe piştevaniya wî dike.
Li ser sedema vê gotegot hene ku YNK dixwaze Berhem Salih li Bexdayê bimîne û dûrî siyaseta Silêmaniyê û YNKê bimîne.
Çavdêrên siyasî li ser hevrikiya navbera PDK û YNKê li ser serkomariya Iraqê dibêjin, hemû xem û fikarên YNKê ew e ku Berhem Salih li Bexdayê bimîne û vê yekê jî qaşo ji bo çareserkirina pirsgirêkên nav YNKê dikin.
Li gorî nûçeya BasNewsê çavdêrê siyasî Kawe Ehmed daye xuyakirin, li gorî qanûn û Destûra Iraqê, serkomar parêzvanê Destûrê ye lê di du xulên borî de ku serkomarî di destê YNKê de bû, ti xêrek wê postê ji bo kurdan nebûye û Berhem Salih jî di dema serkomariya xwe de neçûye Kerkûkê û ne jî hewla çareserkirina nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê daye.
Ehmed gotiye, “Mirov dikare bêje bi giştî serkeftî nebûye. Ji ber wê jî PDK dixwaze wê postê werbigire û bixe xizmeta xelkê Kurdistanê.”
Kawe Ehmed daye zanîn, “Li nav dîwana serkomariya Iraqê de 30 şêwirmend, 20 berpirsên giştî, 100 karmend û 3500 pêşmerge û pasewan kar dikin, hemû jî endamên YNKê ne. Ev jî nîşan dide ku Berhem Salih tenê bo partiya xwe kar dike. Loma serkeftî nebûye. Ji ber van sebeban PDK dixwaze wê postê ji YNKê bistîne. Ji xwe eger pîvan deng û hejmara kursiyan be, ew post dibe pişka PDKê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin