Berhem Salih ji Tehranê derbasî Riyadê bû

19 November 2018 01:18 0 dîtin
Berhem Salih ji Tehranê derbasî Riyadê bû

PeyamaKurd - Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih îro di çarçova serdaneke fermî de derbasî Riyada paytexta Erebistana Siûdiyê bû û ligel Şah Selman Bin Ebdulezîz civiya.

Serokkomariya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand, ku Dr. Berhem Salih îro di çarçova serdaneke fermî de li gel Şahê Erebistana Siûdîyê Selman Bin Ebdulezîz civiyaye. Di civînê de, alîyan behsa peywendiyên Riyad û Bexdayê û li ser pêşxistin û hemahengiya zêde ya derbarê geşedanên li herêmê û herdu welatan de kirin.

Li gor daxuyaniya serokomariya Iraqê, Berhem Salih ragihand, ku peywendiyên di navbera Iraq û Erebistanê da divê bibin sedema zêdebûna hemahengî û karê hevbeş, bi taybet di warên aborî, bazirganî û asayişê de.

Herwiha di civînê de herdu aliyan ji bo pêşxistina peywendiyên bazirganiyê behsa xurtkirina peywendiyên di warê enerjîyê û bilezkirina deriyên sînorî kirin.

Desteya Iraqê ji Wezîrê Karên Derve Dr. Muhemed Hekîm, Wezîrê Pîşesaziyê Dr. Salih Ebdulla û hejmareke berpirsên din pêk hatibû.

Serokkomarê Iraqê îro piştî seredana Îranê derbasî Erebistana Siûdiyê bû.