Berhem Salih: Êrîsên Îranê pêshateke metirsîdar û binpêkirina serwerî û seqamgîriya Iraqê ye

01 October 2022 09:32 0 dîtin
Berhem Salih: Êrîsên Îranê pêshateke metirsîdar û binpêkirina serwerî û seqamgîriya Iraqê ye

PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi daxuyaniyekê bombebaranên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê weke pêşhateke metirsîdar û binpêkirina serwerî û seqamgîriya Iraqê bi nav kir.

Li gor zanyariyan, Berhem Salih di dema pêşwazîkirina Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Iraqê Qasim Erecî de ku ji bo gotûbêjkirina rewşa ewlehiyê û bombebaranên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê civiyan de da.

Herwiha Ofîsa Ragihandinê ya Serokomarê Iraqê do 30yê Îlona 2022yan bi daxuyaniyekê eşkere kir, di civînê de Berhem Salih bal kişandiye ser bombebaranên Tirkiyê jî yên li ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û diyar kiriye ku ev nayên qebûlkirin û binpêkirina serweriya welat e.

Di berdewamiyê de tekezî li ser helwesta Iraqê hatiye kirin ku red dike bibe meydana yekalîkirina milmilaniyan û xaka wê ji bo gefxwarina li asayîş û seqamgîriya welatên navçeyê were bikaranîn.