Berhem Salih li ser êrîsên Tirkiyê daxuyanî da
PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Berhem Salih li ser bombebarana balafirên Tirkiyê bi ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê de daxuyaniyek belav kir û tê de banga rawestandina binpêkirinên Tirkiyê kir û got ku bombebaranên têne kirin dijî cîrantiya baş e.
Berhem Salih got: “Ev karê ku Tirkiye di van deman de pêk tîne, binpêkirineke giştî ya danûstandinên cîran û peymanên navnetewî ye. Divê binpêkirinên ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve li ser serweriya xaka Iraqê pêk tên û sînor derbazkirina balafirên şer ku bûye sedema mirina gelek welatiyan, werin rawestandin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin, bombebarana artêşa Tirkiyê binpêkirineke diyar û berçav ya dijî pîvanên cîrantiya baş e.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di bombebarana dawî ya ku 25ê Hezîranê li seyrangeha Kanîmasî ya li Silêmaniyê encam dabû de, 3 kes hatibûn kuştin û hejmarek sivîl jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin