Berhem Salih: “Bila Tirkiyê êrîsên ser axa Kurdistanê rawestîne”
PeyamaKurd- Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li Bexdayê li Koşka Bexdayê bi sefîrên welatên Ereb re civiya û bertek bo operasyonên li ser axa Kurdistanê yên ji aliyê Tirkiye û Îranê de nîşan da. Li gor ragihandina nivîsîngeha serokkomariyê, di civînê de bahsa têkiliyên bi welatên Ereb re, li ser berjwendiyên li ser bingeha wekheviyê û hevkariyê hatine axaftin.
Berhem Salih xwest ku Tirkiye êrîşên xwe yên bo ser axa Kurdistanê rawestîne û weha got:
“Divê dawî li îhlalên leşkerên Tirkiyê were. Operasyon bo Iraqê û hem bo ewlekariya herêmê îhlal e. Divê welatên bira û Yekîtiya Ereb li dijî operasyonên Tirkiyê derên. Divê arîşeyên li ser sînor yên navbera her dû dewletan bi rêya diyalog û hevkariyê çarserer bibin û bo wê, divê xebateka hevpar û koordinasyon hebe.”
Balyozên dewletên Ereb jî ragihandin ku divê parastina hukumraniya Iraqê hebe û destekê didin temamê xebatên Iraqê yên di vî warî de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin