Berhem Salih balyozê Tirkiyê yê Bexdayê qebûl kir

08 December 2020 22:57 0 dîtin
Berhem Salih balyozê Tirkiyê yê Bexdayê qebûl kir

PeyamaKurd – Li gor ragihandina nivîskî ya serokkomariya Iraqê, îro serokkomarê Iraqê Berhem Salih serkonsolosê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yıldız di maqamê xwe yê li Koşka Es-Selamê de qebûl kir.

Berhem Salih û Fatih Yıldız li ser pêşdeçûnên di temamê waran de axifîn û behsa xurtkirina têkiliyên duqolî kirin. Berhem Salih bi taybetî li ser aramkirina herêmê û îstîqrarê rawestiya. Li ser hevdîtinê, balyozê Tirkiyê Yıldız di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:

“Di wexta ku serokkomar rêzdar Berhem Salim ez qebûlkirim, min ne tenha behsa bi biryarî, têkoşîna li dijî terorê kir lê her weha di vê sehayê de min daxwaza tevgera bi hevre ya li dijî terorê anî ser ziman.

Ew terora ku li serê me her dû welatan bûye bela, divê ji holê rabe.”

Belkî ev seredana dawî ya balyoz Fatih Yıldız’e bo serokkomar Berhem Salih ji ber di biryarnameya balyozên nûh de Ali Rıza Güney li şûna Yıldız de hat tayînkirin bo Bexdayê.